|

D.2007
NASANDIN,ARMANC,PERSPEKTIV
Kd- Di serdema
teknolojî û ragihandinê Neteweyekî bê dewleke serbixwe ku wek Neteweya
Kurd herî zêde hewcaderê dezgeh û amûrên medyayê ye. Hawar Kurdistan
Interactive Media Group jî di çerçoveya vê rastîyê de hatîye avakirin.
Rastîya ku berbiçavan
ewe ku Cîhana îro de medya hêza herî mezin e .Medyaya Kurdî ku di sala
1898an de bi hewla pîroz a Miqdad Mîdhet
Bedirxanê bi rojnameya “Kurdistan” destpêkirîye,di serdema îro de
bersiva pêwîstîyên Neteweya Kurd nikare bide.
Her çiqas piþtî damezirandina Dewleta Federe ya
Kurdistan li Baþurê Kurdistanê Medyaya Kurdî gelek pêþketi be jî ev
pêþketin nikare Neteweya Kurd di Sedsala 21an de bibe konaxa ku pêwîst
dike.Niha li Baþurê Kurdistanê 3
televîzyon û 5 radyoyê satalaytî,ji zêdetirê 15 televizyon û 20 radyoyên
ku weþana bejayî dikin,bi dehan rojname û bi sadan kovar û portalên
înternetê weþan dikin,li bakurê Kurdistanê 2-3 rojname 10-12 kovar
heye,Rewþa Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî nêzîkê rewþa Kurdistana
Bakur e.Ango perçeyên din ne wek Kurdistana Azad e.Neteweyên ku ji
nifusa Neteweya Kurd kêmtirin xwedî bi dehan tv,radyo sedan kovar,malper
û rojnameyan e.Bêgûman bi sedî sed pêþketina Medyaya Kurdî girêdaye
avabûna dewletekê serbixwe ya Kurdistanê ye.Ji bo pêþxistina
çand,huner,ziman,zanist,teknolojî,civak,dîplomasîya Kurdî, ,bo modernîze
Kurdistan û civaka Kurdî, Medyaya Kurdî rola sereke dileyze û ewê
dahatûyê de jî bileyze. Rola Medyaya Kurdî di pêvajoya serxwebûna
Kurdistanê de jî pirr mezine.Lê nebûna dewletekê serbixwe ya Kurdistan
nayê ve wateya ku Medyaya Kurdî nikare bigehije asta navneteweyî.Bi
hincetan wexta Gelê Kurd hatiye dizîn û niha jî tê dizîn.
Di roja me de girîngîya medyaya elektronîk ango
medyaya înternetê her roj zêdetir dibe. Li gor nêrînên pisporan ayîndeya
medyayê di înternetê de ye.Di vê konaxê de bo afirandina deskeftîyan ser
înternetê butçeyekê mezin ne pêwist e.Di çerçoveya perspektîf û
vizyonekê xurt de bo Neteweya Kurd weþanên girîng dikarin bên avakirin.
Hawar Kurdistan Media Group di vê konaxê de wekî
projeyekê ser 2 gavan hatiyê fikirîn. 2 gava yekem di dema nêzik Û gava
2 jÎ bo dema dirêj hatiye fikirîn. Weþanên pêngava dema nêzîk hatine
vekirin.HKMG gavekê bo zêdekirina bala cemawerê ser
Medyaya Kurdî, zêdekirina lezahîya pêþketina Medyaya Kurdî û
damezirandina yekem gruba medyaya înteraktîf(online) ya Kurdî hatiye
avêtin. Hawar Kurdistan Media Group dixwaze di vê warî de bibe mînak bo
xebatên bi vê rengî.Hawar Kurdistan Media Group tenê projeye ku bo ger
delfet hebin valahîya han dagre.
Wekî ku tê zanîn medya di
Cîhanê de bi 3 cûre saz bûye.
1-Dîtbarî,Bihswerî 2-Çapkirî,Nivîskî
3-Înteraktif-Onlîne(Medyaya Nû)
HKMG niha bi
giranî grubekê medyaya înteraktîf e.Ger þertûmerc dirûst be medyaya
dîtbarî, çapkirî û xizmetên produsîyon (bo mûzîk û sînemaya kurdî) di nav
projeyên HKMG de ne. HKMG bi giþtî pêngaveke taybet,bê layen yekem grûba
medyaya înteraktîf(online) ya Kurdî ye.
Bi pêkhatina vê
projeyê li Kurdistana Azad jî HKMG xwe birexistin bike. HKMG Serxwebûna Kurdistan,piþtî
serxwebûnê jî di Cîhanê de bo Kurdistan rola herî mezin û asta herî bilind ji xwe re bingeh digre.
HKMG li beramberî hemû
hewlên dijî berjewendîyên giþtî û stratejîk yên Kurdistan û Çanda Kurdî
disekine.
ARMANC
Ji xeynî armancên ku li
jor de hatine rêz kirin,armanca bingehîn a HKMG pêþxistina
ragihandin u3 agahdar bûna gelê Kurd pêþxisitna bingeha medya, ziman, çand, folklor,wêje, hiþmendîya dîrokê, înternet û zanista
kurdî, bernamesazîya kurdî,hêza sîyasîya Kurdistan, modernîze kirin û
pêþxistina Kurdistan de alîkarî dayîn û bi vê avahî parastin,pêþxistin û berdewamîya
Þaristanîya Kurdistan e.
Niha girêdayî
HKMG weþanên çalak yên nûçeyê
HAWARDENGÛBAS,KURDISTANNETEW,weþanên aktîf yên agahî û çandî
MEDYAYAKURDÎ(portala Medyaya Kurdî),ABORIYAKURDISTAN(Malpera
aborîya Kurdî),Malpera mûzîka Kurdî MUZIKKURD,weþana teknolojî û zanistê
ZANISTÛTEKNOLOJÎ,weþana wêjeya Kurdî PIRTÛKÛWÊJE, malepra sînemaya Kurdî
SINEMAKURD,malpera lînkên Kurdî KURDISTANMALPER, malpera Dewleta Federe
ya Kurdistan,malpera dîroka Kurdistan(Mejû Dewletên Kurdî), ,malperek
derbarê Kerkûkê de,malpera zankoyên Kurdistanê û di mijar û babetên
cûrbecûr de ji zêdetirê 30 malper(Hûn dikarin di stûna rast de hemû
malperan bibînin) girêdayî HKMG weþan dike.Ji %95 ê malperan bi zimanê
Kurdî weþan dikin.HKMG Zimanê Kurdî wekî zimanê “tenê” ya Medyaya Kurdî
dibîne.Hemû zimanên din divê bo dîplomasîyê were bikaranîn.
Hin malperên HKMG di
konaxa çêkirinê de ne.Malperên ku kêmasîya wan hene di nava pêvajoyê de
were temama kirin.
Di malperên wek Hawar
Dengûbas,Pirtûk û Wêje de nivîskarên Kurd dikarin xebatên xwe
biweþînin.Kesên ku dixwazin reklamên xwe di organên HKMG de biweþînin
Di projeyên dema navîn
vekirina Televizyon(Hawar TV) û radyo(Radyo MuzîKurd) ser webê di projeyên dema dirêj de
jî vekirina Televizyon(Hawar TV) û radyo(Radyo MuzîKurd) bi þêweya
satalaytî, rojname(Rojnameya HawarKurdistan),kovara
wêjeyî(Kurdolog),kovara aktualîteyê (24 Saet) hene.Þîrketên musîk û
filmê(KurdFilm û HawarKurd Music) jî di nav projeyê
de ne.
Ev malper malpera
dezgehîya HKMG’yê ye ûbi navberîya vê malperê tê ragihandin ku
ragihandin ku navên Kurdolog,Hawar Dengûbas,KurdFilm,HawarKurd Music,
Radyo MuzîKurd,Hawar TV,Rojnameya HawarKurdistan,
hatine parastin.
Pêtala ku Celaled Elî Bedîrxan bo geþedana þaristanîya
Kurdistanê, vexistîyê wê tu carê venemire.
|