|
"Divîya bû ku terora dewleta Tirk bi tundî bihata rexne kirin û li þûna ku
peyva "provakasyonê" wek medyaya Tirkî bikartîne gel bi avayekî din bihata
hiþyar kirin û piþtgirî bihata ba dayîn." |
Li Bakûrê Kurdistanê dewlet biçek û gûleyên rastî êrîþî ser
Kurdan kir.14 Kurd þehîd bû.Ez bikar anîna peyva "þehîd" xwe dûr naxim.Þehîd
bûn ne malê tu rexistinê ye.
Li bakûrê Kurdistanê di serî de li Amedê û li Batman,Wan,Qoser,Sêrt,Þirnex û
hin bajarên din de jî dewleta Tirk êrîþî ser Kurdin kir 11 Kurd bi avahekî
hovane hate kuþtin. Seranserê Amedê ji aliyê polîsan, hêzên çevîk, tîmên
taybet û leþkeran ve hatin e dagirkirin.Dikkan û kargehan jî îro nehate
vekirin.Li gelek deverên bajêr jî tanq hatin bicihkirin.Ji 16'emîn Tugaya
Bizirx a li navçeya Erxenîya Amedê gelek leþker û tanqên bi zirx, li 7'emîn
Fermandariya Kolorduyê hatine bicihkirin.Her polîs jî wan bûyeran firsend
dibîne û êrîþî ser gel dike.Hêzên dewleta Tirk ku daketin kolanan û êrîþî
gel û mal û dikanên kirin. Her wiha bi sedan tîmên taybet li Amed,Sêrt û li
hin bajarên din avêtinser malan û bi sedan kes bilêdan û heqeretan girtin
bin çavan.Ser kesên binçav kirî êþkence tê kirin.Hersa gel ji ber bikaranîna
çekên rast û kuþtina mirovên sivîl û bê tawan zêde dibe.Kurd bi fikarin ku
êrîþên hovane zêdetir bi bin.
Medyaya Tirkan û rayedarên Dewleta Tirk jî bûyeran wekî provakasyon bi nav
dikin û wekî her caran sedema bûyeran bi rastî ranagihînin û kêþa Kurd û
Kurdistanê nabînin.
Bûyer raya giþtî yê Cîhanê de jî deng veda.Heta li Kurdistana Azad jî terora
dewleta Tirk hate þermezar kirin.
-Divê 3 xalê binirxînin û werin daxûyanîyên hin rexistinên Kurd ser bûyerên
bakûr.
• Bi avayekî eþkere xuya ye ku di nav arteþa tirk jî,çeteyan jî,girêdanên
veþartî jî sîyaseta îmralî jî bo berjewendîyên xwe yên piralî wan bûyeran tê
berbi alî kirin.Niha rastîyekî vekirî ewe ku gûman ji pêvajoya îmralî û
bawerî pê anîna rêveberên vê pêvajoyê bo kemalîzm û dewleta unîter.
• Xaleke din jî ewe ku ne mimkune ku hemû gelê Kurdistanê rastîya vê
pêvajoyê têbigehêjin û bawerîya gelek Kurd jî ewe ku sîyaseta wan sîyesetekê
stratejîk e.Tu kes nikare ku Kurdan ji ber vî bawerîyê tawanbar bike.Bingeha
têgihîþtinê ji alîyê ragihandinî,civakî,sosyal,polîtîk û ji ber bandorên cur
bi cur nîne. Niha ne mikune ku dayikeke 65 salî re rastîya îmralî û lîstikên
navneteweyî û herêmî eþkere bikî.Em nikarin bi mîlyonan Kurdên wisa sûcdar
bikin.
• Li Amedê taybetî li bakurê Kurdistanê bi giþtî bi teþfiq kirina Dewleta
Tirk bêehleqî, fuhuþ, dejenerasyon,û bêtehemmulîya civakî gihîþt astekê pirr
bilind.Gel birçî ye.Tu mafên neteweyî ya gelê Kurd nayê pejirandin.Her roj
di medyaya Tirkan heqeretan tê kirin û tên biçûk xistin.Bi avayekî stratejîk
hin "sembolan" ber çavê gelê Kurd tê mezin kirin û piþtre jî ev "sembol" tê
rûxandin û bi vê avahî xwe bawerîya civaka Kurd tê rûxandin.Li baþûrê welêt
ango li Kurdistana Azad ber bi dewletek serbixwe ku riya rizgarîya tenê ya
neteweya Kurd e tê çûyîn.Lê belê li bakûr þêweyekî pêkenînî û bi bêperdaqî
mafên ku bidin Kurdan ji alîyê kesên qaþo rewþenbîran we tê
nîqaþkirin.Bandora nêyenî û dejenerî amedya Tirkan di asta herî bilind de
ye.Bi giþtî kêþeya Kurd û Kurdistanê bi hemû helên xwe di ortê de ye.
Daxûyanîyên ku hin rêxistinên me yên Kurdistanî ku piþtî terora dewleta Tirk
weþandin rexneyên mezin ji Kurdan girtin.Ji ber ku Kurd Þehîd dan û biçi
avayî bibe bile be sedemên ku li jor de hatibû dîyar kirin û ji ber terora
dewleta Tirk daxûyanîyên wan rêxistinan ne rewa ye.
Divîya bû ku terora dewleta Tirk bi tundî bihata rexne kirin û li þûna ku
peyva "provakasyonê" wek medyaya Tirkî bikartîne gel bi avayekî din bihata
hiþyar kirin û piþtgirî bihata ba dayîn.
Ango li bakurê Kurdistanê kêþeyên neteweyî û civakî gihîþtîye asta
herîbilind û hêrsa gel bilind bûye,her çiqas alozî wek girêdayî PKK dibê jî
gel bi giþtî ji zextên dewleta Tirk ne razîn e.PKK pesna xwe ji wan
xwepêþandan bidin jî bûyerên li bakurê Kurdistanê ber raya giþtîyê Cîhanê de
kêþeya neteweyîya bakurê Kurdistanê eþkere dibe.Gel êdî tiþtên ku li jor de
dîyar kiribûm eciz e.
Tu rexistin nikare ku bi daxûyanîyêkî sedem û encamên bûyeran ji holê
rake.Hûn çiqas bi vî avahî tevbigerin ewqas nêzîk bûna we ya gel dijwartir
dibe,gel beyî xebatê rast bin jî, ji rexneyan bi avayekî xwezayî eciz dibe û
divê hestên gel bê fam kirin û hêdî hêdî li gel bernameyeke hin rastîyan
werin eþkere kirin.
Ji ber vê yekê jî divê rexistinên Kurd ji ber PKK, li þûna ku ber wan
bûyeran çavên xwe bigrin divê xwe nêzîkî gel bikin û sîyeseteke neteweyî û
reel bimeþînin ev potansyel û hêza gelê Kurd di xêzekê Kurdeyatî de bi
avayekê konjokturel bihelsengînin.Divê beramberî kiryarên dewleta Tirk
bêdeng neyê mayîn.Divê li Ewrûpayê bi çalakî û xwepêþandanan terora dewleta
Tirk were þermezar kirin.Bi qasê ku lîstikên hezên tarî bê eþkere kirin divê
ewqas jî terora dewleta Trik were mehkim kirin.
Kesên 30 salin rewþa civakîya Kurdistan nedîtine nikarin bi daxûyanî û çend
nivîsan tiþtan halbikin.Niha ji ciwanên Kurd banga re tevlî bûna li xebatên
demokratîk tê kirin.Ji xeynî di bûyerên wisa de bangkirinê di demên din de
hema hema tu tiþt nayê kirin.
Gelo çend partî pêkanînên Fettulahçîyan li salên dawî li bakurê Kurdistanê
anîne rojevê?
Gelo çend partî bo pêþî girtina dejenerasyon,rewþa ciwanên
Kurd,bêtehemmulîya civakî û bêehleqîyê li bakurê Kurdistanê xebatan(wek
semîner,komîsyon,dîplomasî,meþ,daxûyanî û hwd..)
Gelo çend partî bo parastina zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê hewl daye
kampanya lidar xistîye?
Gelo çend partî rojnameyek an jî kovarek xwerû Kurdî li bakûr -kêm be
firotin jî- derxistîye an jî bo pêþketina medyaya Kurdî ya elektronîkbi
zimanê Kurdî hewl daye.Gelo bo vekirina malperên xwerû Kurdî pirr pereyên
mezin hewceye! An jî malpereke dîplomasîyê xwerû Îngîlîzî.
Gelo çend partî bo pêkanîna arþîveke Kurdî hewl daye.Ger pere tune be tu
dikarî ser înternetê arþîveke neteweyî ya
Kurdî(nivîskî,dîtbarî,bîhswarî,wêneyî,belgewarî) ya elektronîk avabikî ku
hemû kesên Kurd û ne Kurd sûd jê bigrin. Gelo û gelo.....
Ger tu qet xebat nekirîye her hefte nivîs nivîsandin an jî daxûyanî dayîn jî
kerî tiþtek nayê.Ger helên te yên tarî jî hebe tu nikarî rexneyan li yên din
jî bikî.Ger 40 salan nikarîbûye weþanekekî modern,rojnameyekî rojane an jî
dilibe rojnameyekê an jî weþeneke elektronîk ku diþibe weþenakî elektronîk
jî pêþkeþî neteweya Kurd bikî, bi avayekî xwezayî gel ber didî hembeza wan
hezên ku hêza Kurdan bikartînin.
Ji bo ku hêzên ku Kurdan bikartînin wisa xurtir nebin li þûna ku nasîhat li
gel bê dayîn divê terora dewleta Tirk were þermezar kirin û daxwaz û xebata
neteweyî wek di qadên dîplomasî,çandî,çapamenîya bê bilind kirin da ku
pirsgirêka Kurd û Kurdistanê were çaresêr kirin û neteweya Kurd pêþkeve û
bigêhêje asta ku layiq dike.
Xebat divê,ne destnîþan kirina xebatan,amadekirina bernameyan û weþandina
daxûyanîyan!
- Divê bi tevlî bûna hemû partî û rexistinên Kurdî enîyek neteweyî were
damezirandin.Serxwebûna Kurdistan divê bingeha polîtîkayên wan hêzan.
- Divê ji xeynî rojname,welanên elektronîk û televizyonên Kurdî (bi taybetî
televîzyonek satalaytî) li gel wan weþanên bo dîplomasî jî bi zimanên din
taybetî îngîlîzî bêne vekirin û divê weþanên medyaya Kurd pêþketî,modern û
ligor hêmanên navneteweyî ya rojnamgerîyê bin.Bi taybetî hêza înternetê divê
were bikaranîn.divê medyaya Kurdî ya dervey partîyan pêþkeve.
- Divê li Ewrûpa û li DYE navêndên dîplomasî yên hevbeþ werinavakirin û her
roj bi maîl,desye,name û daxûyanîyan raya giþtîyê Cîhanê were agahdar kirin.
- Divê zimanê Kurdî were parastin,kampayayên bi cur bicur bala gelê Kurd
were kiþandin.Bo pêþketina mûzîk,sînema,medya,kompîtergerîya bi zimanê Kurdî
piþgirî were dayîn û pêþketinên ku çêdibin di medyaya Kurdî de bi berfirehî
were dayîn.
- Divê neteweperestîya Kurdî wekî tiþtekî xeter neyê dîtin.Netewperestîyek
maqul û ku dest navêje mafê tu gelekî û bêzirar be wekî hemû gelan mafê gelê
Kurd e
- Divê berambarî kêþeyên civaka Kurdî rexistinên Kurdan hestîyar bin.Wek
kêþeyên ehleqî,çandî,aborî,fuhuþ û yên din.
- Divê dev ji berjewendîyên hizbî were berdan.Divê partîyên Kurdî þeffaf
tevbigerin û çavkîyên maddî ji gel neyê veþartin.
- Bo Kurdistana Azad jî divê piþtgirî li xebatên rizgarkirina
Kerkûkê,pêþxistina aborî,hêza leþkerîye û medyaya Kurdî,pêkanîna
referandumekê fermî bo diyar kirina çarenûsa Neteweya Kurd,îlan kirina
Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê û pêþxistina vê dewletê bê dayîn.
3 Avrêl 2006
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »
|
|
Hemû naveroka beþa Lêkolîn/Gotar »

PEYWENDÎDAR
RÛPEL
» BIÞÎNE
» BINIVSÎNE
Reklam

|